Jin û mêrek ciwan li Îlam ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:42 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha roja Sêşemî 30`ê Sermawezê, jin û mêrek ciwan ên bi navên “Pûrya Cewadî” û “Meryem Heqgû” xelkê devera Karzan a ser bi bajarê Sîrvan a girêdayê parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş birine ser mala wan 2 welatiyan û piştî vekolîna mala wan, ew binçav kirin.

Heta niha lipeykevtina malbatên wan 2 welatiyan bo agehdarbûn ji qedera navbiriyan, bê encam mane.

Heta dema belavkirina, vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.