Ji sedema binçavkirina “Iqbal Dûstî” û qedera navbirî ti zanyariyek ber dest nîne

17:25 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Iqbal Dûstî” temen 53 salî xelkê gundê “Tengîser” û rûniştiyê bajarê Sineyê, di girtîgeha îdareya Îtila`atê de ye û ji qedera navbirî ti zanyariyek ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna 9 rojan bi ser binçavkirina wî welatiyê Kurd re, navbirî ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: Sibêdeha roja Sêşemî 28`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd li cihê karê wî, binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî “Iqbal Dûstî” hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.