Ji malbata kesên hatî kuştin ji Ormiyê, daxwaza 10,000,000 tûmenan dikin

12:27 - 12 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Ji malbata wan 4 Kolberên Kurd ji xelkê Ormî, ku li dewera Hekariya welatê Tirka de li sedem renî lêdanê de canê xwe ji dest dabûn, daxwaza 10,000,000 tûme dikin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Duşem, 21ê Rêbendan(10 February 2014), termê wan 4 Kolberên Kurd li niqta sînoriya Sêro, wegerandin û hêzên milîtarî, daiwa 10,000,000 tûmen diraf ji malbatên wan Kolberan dikin.

Bi gotina serekaniyik agadar; hêzên milîtarî ragihandibûn, heya wê demê ku kesên wan Kolberan, 10,000,000 tûmen bi hisaba dewletê nerijînin, derfeta anîna termên wan bi xaka herêma Ormî, pê nadin.

\"18328.jpg\"
4 Kolberên Kurd li dema wegerandinê de ketibûn bin reniya befrê û canê xwe ji dest dabûn
Serekaniya vê nûçê ew jî got: roja Duşem heya êwarik dereng, termê wan Kolberan li ser sînor ragirtin ku paşî li sedem aloz bûna xelkê, termên wan dane kesên wan.

Ew 4 Kolberên Kurd, roja Înî, 11ê Rêbendan, bi amanca Kolberiyê ber bi gundê Gelêşeya welatê Tirka kiribûn, ku li dema wegerandinê de ketibûn bin reniya befrê û canê xwe ji dest dabûn.

Bi dû can ji dest dana wan 4 Kolberên Kurd, pitira malperên hundirê hukûmeta islamiya Îranê weşandibûn: 4 kes li herêma Ormî, bi forma ne-yasayî, çone nawa sînêrên xaka Tirka û li sedem reniya befrê canê xwe ji dest dane.

Tê gotin; hêzên milîtarî jî ragihandine: ew 4 Kolber, bi forma ne-yasayî, sînor şikandine, ber hindê malbatên wan gere vê cerîmê bidin.
\"18322.jpg\"

\"18323.jpg\"

\"18325.jpg\"