Ji Îbrahîm Tarîmoradî re îzina mirexesiya pêragihîştinên pîzişkî hat dan
Roja Yekşemî 9`ê Gelawêjê, Îbrahîm Tarîmoradî, girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha Navendî ya bajarê Sineyê de, îzina mirexesiya pêragihîştinên pîzişkî jê ra hat dan.
Pêka gotina çavkaniya agehdar, ev girtiyê siyasî yê Kurd bi sedema hebûna nesaxiya dil û pişt êşê, bo heyama 10 rojan hatiye mirexesiyê.
Roja Yekşemî, 1`ê Cozerdanê, Îbrahîm Tarîmoradî kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Hemrole” yê girêdayî bajarê Sineyê, piştî gazîkirina bo taya 4 ya cîbicîkirina yasa cazadanê ya wî bajarî, bo cîbicî kirina cazayê wî hatibû destbiserkirin û bo girtîgehê hatibû veguhastin.
Di meha Rêbenda sala derbasbûyî de, dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê û hebûna peywendiyê digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê taya 1 ya dadgeha Şoreş a wî bajarî, bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi salek hepsa te`izîrî û 30 milyon Tumen pere hatibû cezakirin.