Ji hikûmeta Îranê hat xwestin ku rojnamevanên zindanî werin berdan

16:31 - 11 Nîsan 2015
Ajansa kurdpa: Îran careke din wek 5 zindanên mezin ên cîhanê bo zinanîkirina rojname nivîsan hat destnîşan kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ruxma borîna nêzî 20 meh bi ser desthilata Hesen Rûhanî re, hîna 46 rojnamevan û nivîskar li zindanên Îranê de dimîn in.

Eava di demekê de ye ku Rûhanî, azadkirina zindaniyên siyasî û bawermend, ji girîngtirîn sozên dema hilbijartina serkomariya xwe de îlan kirbû.

Duh Saziya Raportêrên Bê sînor ragihandibû ku zindaniyên warê ragihandinê li Îranê bê sedem tên binçav kirin; di dozgeriyên nedadperwerane de bi hepsên bi cezayên giran û di şert û mercên dijwar de tên xwedî kirin.

Wê Navenda Navdewletî, rewşa tenduristiya Atêna Ferqedanî, Seîd Rezewî Feqîh, Sirac Mîrdamadî, Mesûd Bastanî û Husên Runeqî Melêkî, dijwar îlan kirye.

Di demekê de ku lihevkirina Navokî ya Îran û welatên (5+1) nêz bûye, ji Îranê hatiye xwestin demildest ew rojnamevanên zindanî sedrbest bên berdan.

Gor Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, niha herî kêm 5 rojnamevanên binavbang ên Kurd li zindanên Urmiye, Merîwan, Mehabad û Evîna Tehranê de dimîn in.
Mohemmed Sidîq Kebûdvend- Sernivîsê Peyamê Merdom ( peyama gel) Mesûd û Xusrow Kurdpûr ji ajansa nûçegihaniya Mukriyan, Kawan Mohemmedpûr li heftenameya Sîrwan û Ednan Hesenpûr jî li heftenameya Aso, ji wan rojnamevanên zindanî kirî tên hejmart in.