Ji destpêka desthilata Rûhanî 1193 kes hatine daliqandin

18:43 - 14 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Amar destnîşan dikin ku hejmara kesên îdamkirî ji serdemê hikûmeta Rûhanî li çav desthilata pêştir ji Rûhanî, ber bi zêde bûnê ve çûye.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 18 mehan ku Hesen Rûhanî wek serokomarê Îranê hat hilbijartin, herî kêm 1193 girtî li wî welaytî hatine darve kirin.

Di serdemê beriya hilbijartina Rûhanî bi Desthilatê, herî kêm 27 kes di heyamê 18 mehan de hatibûn daliqandin.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê dilgiraniya xwe ji wê rêjeya îdaman li Îranê nemaze darvekirina nû ciwanên kêmtir ji 18 sal temen nîşan da û got: Darvekirina nûciwanên kêmtir ji 18 sal temen, piştî desthilata Xumênî û meleyan li Îranê bi asata here bilind a xwe gihîştiye.

Bi piştgiriya raportên berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rexma hêviyên piştî desthilata Rûhanî û sozên beriya hilbijartinan, ne tenê îdam û zext û givaş, kêm nebûne belkî ber bi zêde bûnê ve jî çûne.

Zêdebûna darvekirinan li “Dewleta Tedbîr û Hêvî ”di demekê de ye ku Hesen Rûhani û tu ji endamên wezaretê û parlamenterên wê dewletê hember îdaman bertek nîşan nedane.

Pêştir jî “Saziya Mefên Mirovan a Îranê” û “Saziya bihev re qaşo darvekirinan”raportek li ser îdaman li Îranê belav kirbûn. Gor vê raportê 753 kes li sala 2014’an li Îranê hatine darvekirin ku bi berhevdan ligel sala pêştir, sedî 10 zêdebûn nîşan dide.