ji bona vîya ku enwer husên penahî bikaribe biçe murexxesîyê, daxwaza 250 milyon tumetan barimte jê hat kirin

21:01 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: destgeha qezayîya komara islamîya îran li kurdistanê bi mebesta dayîna çend rojan murexxesî ji girtîyek sîyasî yê kurd re, daxwaza 250 milyon tumenan barimte ji malbata wî kirîye.

Li gor nûçeya gehiştî ji alîyê çalakvanên mafên mirov ve, karbidestên qezayî yên komara islamîya îranê bi mebesta rezamendî derbirîn tevî murexxesî çoyîna enwer husên penahî, girtîyê sîyasîye kurd li girtîgeha sine, li roja 15ê xezelwera sala 1386 vehatîye binçev kirin, ragihandîye ku divê malbata wî 250 milyonan barimte jê re danên.

Li dirêjîya wê raportê da hatîye ku piştî derbas bûna çendîn salan ji destbiser kirin û ragitin a vî ji bo dema 6 heyvan di oda takekesî an ku jora di tecrîdê da li girtingeha itla’ata bajarê qurwê, enwer tûşî nexweşî û kawil bûna bara cesteyî bûye û heya niha jî li her cûre pêragehiştinek pizişkî bê pare.

Ev hevwilatîye kurde xwedîyê xêzan û zarok e û bi mebesta dîtina zarokên xwe heya niha çendîn cara daxwaza izn kirîye lê ev dawakarîya han her timî xwe li hemberî dijekiryarên karbidestên ewlehî-qezayî ên komara islamî a îranê dîtîye.

bi sedema daxwaza berdewam a kesatîyên navdare herêmê ji bo murexxesîyê, karbidestan ji wana re ragihandîye ku enwer dikare bi danan a 250 milyon tumenan barimte, bo çareserîya pizişkî û hevdîtina tevî malbatê, here derveyî girtîgehê.

Ev dawakarî jî di demekê da ye ku ewna bi qencî haydarî vîya ne ku rewşa abûrî ya malbata enwer ne başe û birayê wî jî di encama lêkolîn ve kirin li ser dosîyeya enwer da hat kuştin.

Berî tir û li şeva 23 li ser 24ê cozerdana îsal jî du pismamên enwer bi navên mes’ûd û sebah husên penahî, li gundê qurûçaya dêgulana sine ji alîyê itila’ata wî bajarî ve di mala xwe de hatin binçev kirin.

Malbata husên penahî li wan kesan daxwaz dike ku di vê barê da hewl bidin û destê harîkarîya enwer nedin alîve.