Ji bo bîranîna karesta Helebcê û Serdeûtê, simînarek û konsêrtek li welatê Îranê birêve diçe

19:48 - 23 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Li 25’mîn salroja Kimyabaran kirina bajarên “Helebcê” û “Serdeşt”ê, çendîn çalakyiyên ferhengî û sîmînar li Îranê tên lidarxistin.

Encumena Îslamî a xwendekarên zanîngeha Taranê û zanistgeha pizêşkî a Taranê ji bo bîranîn salroja Şîmiyabaran kirina bajarên “Helebcê” û “Serdeşt”ê simînerek a taybet bi amadebûna hejimarek ji kesayetiyên wêjeyî û rewşenbîr yên Kurd birêve dibe.

Ev semînare li 27’ê Şibat a 2013’an li salona “Sîna”a zanîngeha pizişkî a Taranê birêve diçe, çendîn kesayetî weke:”Celal Melekşa”, “Xalid Tewekulî” , “Esed Erdelan” , “Sedulla Nesîrî” di vê sîmînarê de pişikdariyê dikin.

\"11224.jpg\"
parek a vê simînarê jibo şirove kirina boyera Şîmiyabaran kirina bajarên Helebcê û Serdeştê li nêrîna civaknasî, exlaqî û jîngehî yê tê terxan kirin.

Her wisa giropa Kamkaran jî li salroja Şîmiyabaran kirina Helebçê, çendîn konfiranan bi zimanên Kurdî û Farsî li asta Îranê birêve diben.