Ji azadikirina demkî ya welatiyekî binçavkirî bi barimteyê, rêgirî hat kirin

17:27 - 21 Kanûna pêşîn 2022

Taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, ji azadkirina demkî ya welatiyek binçavkirirî yê bi navê “Siayamek Dawûdî” rêgirî kir.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, taya 2 a lêpirsîn a dozgeriya Giştî û Şoreş  a bajarê Sineyê, bo azadkirina “Siyamek Dawûdî” daxwaza barimteya 500 milyon Tumenî kiribû, tevî ku ew barimte ji aliyê malbata wî ve hatibû dabînkirin, lê, taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi dadweriya dadwer “Se`îdî”, digel azadkirina wî welatîyî, dijayetî kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bona azadkirina wî welatiyî, daxwaza barimteyek giran kiribû”.

Herwisa wê çavkaniya agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew welatî di girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye azardan û îşkencekirin.

Siyamek Dawûdî roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtila`atê hatibû veguhastin

Siyamek Dawûdî sertaş e û di cihê karê wî de li şeqama Sîrûs, hatibû binçavkirin.