ji aliyê Dezgeha Dad li bajarê Nexedê sivikatî bi sê welatiyên xelkê wî bajarî hate kirin

18:39 - 29 Tebax 2021

Dadstanê bajarê Nexedeyê bas ji binçavkirina sê welatiyên wî bajarî kiriye ku bi hêceta afirandina zehmetiyan bo namûsa xelkê û alozkirina asayîşa bajar û pêka biryara yasayî ew li ber çavên xelkê wî bajarî di nav bajar de gerandine. 

Çavkaniyên xwecihî ên bajarê Nexedeyê ji zimanê dadstanê wî bajarî,“No`î” ve belavkirine, 3 kesên alozkerê aramî û asayîşa giştî ya bajarî ku bi kiryarên xwe bibûne sedema afirandina tirs û afirandina zehetiyan bo namûsa xelkê, hatine binçavkirin û pêka yasayan li ber çavê xelkê wî bajarî li nav bajar hatine gerandin.

herwisa wî berpirsê dazgeha dad rû bi xelkê ve gotiye: “Peyama min bo wan kesan ku armanca wan alozkirina aramî û asayîşa giştî ya xelkê ye, ev e ku bi ti awayekî ji wan xweş nabin û bi dijvartirîn rewşê wan ceza bidin.

sivikatî û bêrêzîkirin bi xelkê di hikûmeta Îranê de, derbasbûyeke dûr û dirêj heye û berê jî û li sala 1392an de, welatiyek ê bi navê “Tûfîq Dabaş” ji aliyê hêzên întizamî ve û bi biryara dadgeha hikûmeta Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê, kincên jinan li wî kiribûn û li şeqamêm wî bajarî de gerandibûn û bi xelk nîşan dabûn.