ITTILA'ATA MERÎWANÊ DU WELATIYÊN KURD BINÇAV KIRIN

15:17 - 17 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Çend rojan beriya niha 2 welatiyên Kurde Merîwanê ji aliyê Ittila’atê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Kurdpa, “Lukman” û “Xalîd” ji xelkên Xawmîr Abadê a Merîwanê ne.

Çavkaniyekî ji Kurdpayê re ragîhand ku ew Du welatiyên han li ser Sînorê Başmaxê mijûlî anîn û birina musafiran bûne.

Pêka rapora Navenda Amara Kurdpa, li nîviya Heyva Tebaxê ve heya niha 16 welatiyên Kurd ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatine binçavkirin.

Amara han ji Kurdpayê belav bûye û renge ew amara Rastîn li viya zaftir be.