Îtila`atê di bajarê Makoyê de ciwanekî Kurd binçav kir

11:58 - 24 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Makoyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 30`ê Sermawezê, ciwanekî Kurd ê bi navê “elî Mîlan” ê xelkê bajarê Makoyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye binçavkirin.

Hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ew ciwanê Kurd binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Ew ciwanê Kurd bi tohmeta “Pêwendî girtin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” hatiye desteserkirin.

Heya niha jî li pey ketina malbata navbirî ji qedera kurê xwe bê encam mane.