Îtila`ata Spahê nûçeya can ji destdana du girtiyên Kurd ragihand

17:31 - 16 Çirriya paşîn 2021

Roja Duşemî 24`ê Xezelwerê, Îtila`ata Spaha Pasdaranê malbata du welatiyên Kurd ên bi navên “Es`ed Ramîn” û “Dawûd Rehîmî” xelkê gundên “Qarna” û “Çiqel Mistefa" ên girêdayê bajarê Nexedeyê gazîkirin û bi van re ragihandin ku ew du welatiyane di dema binçavkirinê de bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest dan.

Yek ji xizmên nêzîk ê wan du welatiyan bi Kurdpayê re ragihand: Hêzên ewlehî yên girêdayê Îtila`ata Spahê bi nîşandana wêneyên termê wan du welatiyan bi malbatên wan re gotine ku “Es`ed Ramîn” û “Dawûd Rehîmî” di dema binçavkirinê de bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest dane.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Hêzên ewlehî li bersiva daxwaza dana termê wan welatiyan bi malbata wan gotin ku termê wan nemane û ji dana termên wan du welatiyan xwe parastin”.

Wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî gef li malbatên wan du welatiyan xwarine ku îzna birêvebirina sersaxiyê tinînin.

Berê, ragihandinên girêdayê Spaha Pasdaran sedema canjidestdana wan du welatiyan “şer digel hêzên ewlehî di rêya Pîranşehr-Nexedeyê” de ragihandibûn.

Roja Çarşemî 10`ê Xermanana îsal, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî hevla binçavkirina “Es`ed Ramîn” û “Dawûd Rehîmî”  dabûn ku pêka gotina hêzên ewlehî li encama teqeya hêzên ewlehî di dema binçavkirinê de canê xwe ji dest dan. 

Piştî rohnnebûna qedera wan du welatiyan, çend caran malbatên wan bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe serdana navendên ewlehî û dadweriyê kiribûn lê ti bersivek rohn bi wan nedabûn. 

Wêne: “Dawûd Rehîmî” û “Es`ed Ramîn”