Îtila`ata Spahê bona azadkirina “Mêqdad Hesennijad” daxwaza barimteya 300 milyon Tumenî dike

17:30 - 26 Şibat 2022

Hêzên Îtila`ata Spahê bona azadkirina demkî ya “Mêqdad Hesennijad” daxwaza barimteya 300 milyon Tumenî ji malbata navbirî dikin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye; Tevî hewla malbata Hesennijad bona azadkirina kurê xwe, hêzên ewlehî bi malbata navbirî re ragihandine ku bona azadkirina “Mêqdad Hesennijad” divê 300 milyon Tumen wekî barimte bê dan.

Herwisa wê çavkaniyê bi “Kurdpa”yê re ragihandiye, piştî veguhastina “Mêqdad Hesennijad” bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, dayîka Mêqdad wê heyamê her li bajarê Sineyê bûye. Di wê heyamê de tenê carekê navbirî bi telefonê digel malbata xwe axavtiye.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn, malbata Hesennijad bi sedema hejarî hêza dabînkirina wê pereyê bona azadkirina kurê xwe çinînin.

Çavkaniyek agehdar li vê derheqê gotiye; Hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Mêqdad Hesennijad” de, çûne mala wî û gotine dayîka wî, em ji bajarê Merîwanê ve hatine û hevalên “Mêqdad” in.

Herwisa hatiye ragihandin, hêzên ewlehî li dema binçavkirina Mêqdad, dest bi bêrêzî û lêdana wî welatiyê kiribûn û heta niha leptap û telefona Mêqdad bi malbata wî nedane.

Rêkevta 14`ê Rêbendanê, “Mêqdad Hesennijad” digel “Zemane Zîwiye” ya xelka bajarê Seqizê, piştî binçavkirina wan bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Roja Şemî 9`ê Rêbendanê ew du welatiyên Kurd  bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wan du welatiyan hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.