Îtilaata Sine karkeran dixe bin givaşan

13:55 - 7 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Du endamên Sendîkaya Karkerî li Sine a rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên wî bajarî ve hatin bangkirin û ketin ber lêpirsînan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îdareya Îtilaat a ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine, 2 endamên Sendîkaya Karkerî bi navên Xelîl Kerîmî û Hamîd Mehmûdînijad, bo hindek pirs vexwendin û bi çendîn sa’et ew binçav kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Sine sedema bangkirina wan karkeran ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmetê ve, endambûn li Sendîkaya karkerî û Herwiha beşdarîkirin li xwepêşandana karkerî a 24’ê sibat (february) a 2015’an (hember parlamentoya Îranê) destnîşan kir.

\"25169.jpg\"
Hamîd Mehmûdînijad û Xelîl Kerîmî du endamên Sendîkaya Karkerî li Sine
Sendîkaya Azad a Karkerî dilgiraniya xwe ji bangkirina hejmarek din ji kedkarên Sendîkayê da xuyandin û got: Tevî wan hemû pirsgirêkên karkeran li Îranê û bin hêla sor bûna hejariya pirr zêde ji rêjeya normal a jiyana karkeran li wî welatî, ew binçavkirin disa bidom in.”

Pêwîste bê gotin hefteya borî jî Zaniyar Debaxiyan ji çalavanên karkerî, piştî mehek binçavkirin bi danîna barimte (wesîqe) ya 100 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hat azad kirin.
Sendîkaya Karkerî a Sine, nêzbûna 8’ê Adar(March)- Roja Jinan a cîhanî, sedema wan binçavkirinan destnîşan kir.

Du çalakvanên karkerî ên bo îdareya Îtilaat a Sine hatinî bangkirin, piştre azad bûn.