Îspaniya:Birêveçûna Kongireyek navdewletî li dijî sizayê lisêdaredanê

15:19 - 16 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Pêncemîn Kongirya navdewletî li dijî cizayê sêdaredanê, bi pişikdariya Ehemd Şehîd, Komeleya Mafê mirovan ya Kurdistana Îranê-Jênêv û çendîn kesayetî yên ku xelata Nobêlê wergirtine li Madirîda pêtextê welatê Îspaniya birêve çû.

Li gor rapora pişka ragehandinî ya Komeleya Mafên Mirovên Kurdistana Îranê, Kongireya han roja Çarşem berwar 12’ê Hezîrana 2013’an bi piştewanî û pişikdariya Wezîrên derve yên welatên: Firansa, Suîs, Îspaniya û Norwêjê bi armanca xebat li dijî cizayê sêdaredanê , dest bi karên xwe kir.

Her wisa Bankîmûn , sekerterê giştî yê rêkxistina netewên yekgirtî, bi şandina peyamekê piştewaniya xwe ji vê kongireyê da holê û keyfxweşbûna xwe nîşan da ku 150 welatên cîhanê heya niha hûkmê darvekirinê li yasayên xwe de vêda biriye û 174 welatên din yê cîhanê hêj cizayê darvekirinê birêve cî bi cî nakin.

Sekerterê giştî yê Rêkxistina Netewên Yekgirtî li heman demê de dilgiraniya xwe li zêdebûna sizayê darvekirinê û birêvebirina veşartî ya vî cizayî li Îranê nîşan da.

Di parek dinê ya vê Kongireyê de Teymûr Elyasî berpirsyarê hertimî yê Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê di babetekê de li ser pirsa darvekirinê û madeyê hişber pêşkeş kir.

Piştre Şîrîn Êbadî wergirê xelata Nobêlê li peyamekê de basê vê yekê kir ku li Îranê de her roj 2 bi hinceta bazirganî bi madeyên hişber tên darvekirin.
\"13290.jpg\"

\"13293.jpg\"

\"13291.jpg\"

\"13294.jpg\"