Îshaq Rohî piştî bi dawîhatina heyama girtina wî hate azadkirin

12:46 - 29 Çirriya paşîn 2020

“Îshaq Rohî” çalakvanê kedkarî yê Kurd li meha Xezelwera îsal piştî bi dawîhatina heyama girtina wî ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî, meha Banemera 1398an, li dema birêvebirina rêûresma roja cîhanî ya kedkaran hate binçavkirin û piştî 32 rojan ji binçavkirina wî bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî, dawiya meha Gelawêj a sala 1398an ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Sineyê ve bi tohmeta “beşdarîkirin di roja cîhanî ya kedkaran de” bi salek girtina teizîrî hatibû cezadan.

Îshaq Rohî, meha Rêbendana sala 1398an, piştî pîştrastbûna cezayê wî li taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê, bo derbaskirina heyama girtina xwe bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.