Îsal nêzî 20 kes li Kurdistan û Îranê bûne qurbaniyên mîn û teqemeniyan

16:25 - 26 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Di destpêka sala îsal de heya dawiya meha Rezberê, 20 kes bi sedem teqîna mîn û amrazên teqemeî di Kurdistan û Îranê de hatine kuştin û birîndar kirinê.

Pêka amarên ku di malpera “mîn û jiyan”ê de hatine tomarkirin, di despêka sala îsal heya dawiya meha Rezberê de, 20 kes bi sedem teqîna mîn û amrazên teqemenî yên şer di Kurdistan û herwisa Îranê de, hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka wan amaran, 5 kes bi sedem teqîna mînan, hatine kuştinê û 15 kes jî hatine birîndar kirin ku, piraniya birîdaran, pê xwe ji dest dane û bûne bi kêm endam.

Herwisa pêka wan amaran, piraniya wan kesan, welatiyên Kurd yên xelkê parêzgehên “Urmîye, Sinê, Îlam û Kirmaşanê” bûne ku rastî teqîna mînan hatine.

Pêka vekolînên fermî, Îran 2`emîn welatê di asta cîhanê de ye ku, hatiye mînrêjkirin, û cuda ji amarên ciyawaz, zêdetir ji 4 milyon û 200 hezar Hiktar hatiye mînrêj kirin.