Îsal li parêzgeha Urmiyê 50 haletên agirberbûnê qewimîn e

17:34 - 5 Adar 2022

Fermandarê Yekeya Parastina Çavkaniyên Sirûştî û Avrêjvanî yê parêzgeha Urmiyê “Mîrme`isûm Rewzeyî” got: “Îsal 50 haletên agirberbûn li çêrîngeh û daristanên wê parêzgehê, qewimîn e”.

Herwisa “Mîrme`isûm Rewzeyî” gotiye: “Piraniya wan agirberbûna taybet bi daristanên bajarê Serdeşt, Pîranşehr û Urmiyê bûne”.

Fermandarê Yekeya Parastina Çavkaniyên Sirûştî û Avrêjvanî yê parêzgeha Urmiyê, îşare bi xisarên wan agirpêketinan nekiriye, lê sedema agirberbûnan li çêrîngeh û daristanan girêdayê bi hişkesalî, guherîna keş û hewa û …htd da zanîn.