ÎRO LI GIRTÎGEHA URMIYE 6 KES HATINE DALEQNDIN

21:03 - 20 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Pêka raporan, Îro li Girtîgeha Urmiye 6 Kes hatine bi darvekirin.

Li gor rapora Kurdpa, Sibê Zûya Îro 20’ê Îlonê 6 kes li Girtîgeha Urmiye hatine bi darvekirin ku navê Duyan heya niha eşkere bûye.

Haşîm Cehangîrî xelkê Tirgewer a Urmiye ji Beg Zadeyan û Îrec Dîlemî xelkê Gengengeçîn a Somaya Urmiye bi Îtihama madeyên Efyûnê ew Du kes in ku heya niha nave wan xuya ye.

Wê çavkaniyê daxuyand 3 kes ji wan bi Îtihama Siyasî û 3 seva Efûnê hatine daleqandin.

Bi darvekirina wan 6 kesan ji nava Girtîgehê de hatiye şopê.

Termê Du kesên han ji malbattên wan re hatiye dayîn lê termê 4 kesên din heya niha nedana malbatên wan.

Her dema ku Nûçeyên dawî bigêjin Kurdpayê, wê li ser malperê derkevin.