“Îrfan Murtezayî” bo dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Baneyê hate gazîkirin

17:54 - 17 Kanûna pêşîn 2020

Taya 3 a dadyarî ya dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Baneyê, ew welatiyê Kurd yê bi navê “Îrfan Murtezayî” temen 32 salî û kurê “Îzetulah” û xelkê bajarê Seqizê gazî kir.

Dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Baneyê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hatûçûkirina neyasayî li sînor” gazî kiriye.

Ew welatiyê Kurd, heyama 5 rojan mecal heye ku bo dawî parêzerî ji xwe, li taya 3 a dadyarî ya dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Baneyê amade be.

“Îrfan Murtezayî”, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Cevad Mistefayî” ve bi du salan girtiya teizîrî hatibû cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza daye û cezayê wî welatiyê jî li gor rapora îdareya Îtilaata bajarê Seqizê bû ye.

Ew cezaye roja Yekşemî 23ê Sermawezê bi wî welatiyê Kurd re hatibû ragihandin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Seqizê 21ê Xezelwerê bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çar rojan girtin bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 

“Îrfan Murtezayî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bû û Reşemeya sala 1398an wegeriyaye bo Îranê û bo heyama 4 rojan di îdareya Îtilaata bajarê Seqizê de hatibû binçavkirin.

Ew welatiye meha Cozerdanê jî bo carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.