Îrec Sofîmihemed dawî bi gireva birçîbûna xwe anî

18:30 - 17 Tebax 2021

Îro Sêşemî 26`ê Gelawêjê, girtiyê Olî yê girtî li girtîgeha  bajarê Urmiyê“Îrec Sofîmihemed”,  ku ji roja Şemî, 9`ê Gelawêjê ve dest avêtibû gireva birçîbûnê , dawî bi gireva birçîbûna xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiyê Olî li ser soza berpirsên girtîgehê li derheq veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Mihabadê dawî bi gireva birçîbûna xwe anî ye û piştre ji oda take kesî ya girtîgehêa bajarê Urmiyê bi benda giştî hatiye veguhastin.

Roja Şemî 9`ê Gelawêjê, “Îrec Sofîmihemed” bi nîşaneya nerizayetiya xwe li derheq redkirina daxwaza veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Mihabadê dest avêtibê gireva birçîbûnê û piştî destavêtin bi gireva birçîbûnê bo yek ji odeyên take kesî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Di Meha Banemera sala 1399`an de, ew welatiyê xelkê bajarê Mihabadê bi tohmeta “hevldan li dijî tenahiya netewî bi rêya endambûn li girûpên Selefî” ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreşa bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadver “Şêxlû” bi 15 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye ji pêka terha kêmkirina cezayên girtiyên te`izîrî bo 10 sal girtîgehê hatiye kêmkirin.

 “Îrec Sofîmihemed” sala 1398`an aRojî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

Ew welatiye berê li sala 1396`an bi tohmeta “endambûn li girûpa Ensar El-Îslam” ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi 18 mehan girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan ku piştî bi dawîhatina heyama cezayên wî li sala 1397`an ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.