ÎRANÊ WELATYEK KURD Ê TURKIYEYÊ BIRÎNDAR KIR

20:16 - 6 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd xelkê Kurdistana Turkiyeyê li ser Sînorê Îran û Turkiyeyê ketiye ber destrêjiya teqeya Hêzên Îranê û di encam de birîndar bûye.

Li gor rapora Kurdpayê, Duh Înê, welatiyek Kurdistana Turkiyeyê bi navê “Heqî Bala” kurê Reşîd û xelkê gundê “Pageng” li ser sînor bi teqeya restarast a Hêzên Ewlehiye Îranê bi giranî birîndar bû.

Ev welatiye piştî birîndar ketinê ji bo Nexweşxaneya bajarê “Gever”ê hatiye veguhaztin.

Di heyamê 6 Heyvên bihorî de ji bil teqe ji welatiyên Kurde Îranê, tqeye ji welatiyên Kurde xelkê Turkiye û Êraqê jî hetiye kirin.