Îranê rekora îdamê şikand/ li 7 rojan 78 kes daliqand

19:50 - 14 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Makîneya îdaman li welatê Îranê, di hefteya borî de hêza xwe ya herî xurt nîşan da. Di 7 rojên derbasbûyî de, 78 kes bi tometên cur bi cur (li zindanên Îranê) hatin darvekirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji 7`ê hezîranê heya 13`ê heman mehê, 78 kes bi tometên cihê ji hev li girtîgehên hikûmeta îslamiya Îranê hatine daliqandin.

Bi piştgiriya Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 12 kes ji wan tometbarên hatinî daliqandin, bi tawana bazerganîkirin bi madeyên hişber, cezayê darvekirinê jêre hatbû pesendkirin.

Gorî amarên hatinî belavkirin, di hefteya borî de, 22 kes li zindana Qizilhesar, 11 li hepsa Recayîşehr a Kerec, 8 li Bender Ebas, 7 kes li girtîgeha Adilava ya Şîraz , 6 di berçavên xelkê û li ser şeqaman, 5 li zindana navendî a Kerec, 2 zindanî li Reşta ser bi Gîlanê û herwiha li heryek ji hepsxaneyên Zahîdan, Qayêmşehr, Qezwîn û Erdebîlê jî 4 kes hatin daliqand in.

Pêwîste bê gotin di nava wan 78 kesane de jinek jî hatiye îdamkirin.

Ew 78 hemwelatî bi tometên bazerganîkirin bi madeyên hişber, kuştin û destdirêjiya cinsî hatine darvekirin.

Serbarê vê yekê, parêzerên mafên mirovan, raportêrê taybet bi NY di karûbarên Mafên Mirovan li Îranê û çendîn navendên din ên mafên mirovan (li ser pirsa darvekirinan), bi caran Îran hişyar kirin e, lê ne tenê ew welat guh nade bi wan gotinan, belî li ser helwesta xwe xurtir jî dibe.