ÎRANÊ KOLBEREK MEHABADÎ KUŞT

16:01 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kolberek din Ê Kurd xelkê Mehabadê bi destên Hêzên ewlehiye Komara Islamiya Îranê hate kuştin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, “Hejar Nebî Pûriyan” temen 30 Salî xelkê gundê “Pişt Teppe” a Mehabadê û kurê Mam Birayîm Suxanlû di encama teqeya rasterast a Hêzên ewlehiye Komar Islamî Jiyana xwe ji dest da.

Ev Kolberê Kurd, li navberî gundê “Çeko” û gundên Marava û Qeberê Husên a Pîranşarê hate kuştin.

Hejar naskirî bi Hejar Rîşî, xwediyê Jin û zarokan e.

Pêka amara Navenda Amara Kurdpayê, di 10 rojên bihorî de 7 Kolberên Kurd hatine kuştin.

Li gişt ev rêjeya han, 3 Kolber hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.