Îranê Îzin Neda Rewşenbîr Û Nvîskarên Îranî, Beşdarê Festîvala Gelawêj Bin

12:36 - 24 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên Hikûmeta Îranê rê neda ku nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Fars ên Îranê beşdarî li panzdehemîn Festîvala Wejeyî- Rewşenbîrî ya Gelawêj li Herêma Kurdistanê de bikin.

Çavkaniyek haydar ji Festîvala Gelawêj ku nexwast navê wî-wê were eşkere kirin, Ji Ajansa Kurdpa re got: “Komek ji Rewşenbîr û wêjenasên Kurd û Fars ku bi awayek fermî bo panzdehemîn Festîvala Gelawêj hatibûn bangkirin, ji aliyê Hikûmeta Îranê hem li balafirxaneya Tehran û hem li ser Sînor pêşî ji wan hat girtin û bê hebûna tu sedemekê rê nedane wan ku beşdarî li Festîvalê de bikin.”

Vê çavkaniyê herwiha got ku ew nivîskar û rewşenbîr ji aliyê Heraseta Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê û herwiha navendên ewlekarî hatine haydarkirin ku nabe bi tu awayek beşdarî li Festîvalê de bikin û ger beşdar bin dê bi awayek yasayî ligel wan were reftar kirin.

Li gor kataloga bernameyên Festîvala Gelawêj çendîn nivîskar û helbestvanên navdar ên Îranî weke Seîd Elî Salihî, Mihemed Elî Sepanlu, Resûê Yonan, Giranaz Mûsewî û... biryar bû li Festîvalê de beşda bin ku pêşî ji wan hat giritin.
Festîvala Wêjeyî-Rewşenbîriya Gelawêj her sal di sê warên helbest, çîrok û lêkolînan de ji aliyê binkeya Wêjeyî-Rewşenbîr ya Gelawêjê li bajarê Silêmanî rêve diçe ku panzdehemîn festîvala Gelawêj roja sêşem 22.11.2011-an dest pê kir ku heta 4 rojan dê dom bike.