Îranê girupek Şêwe Nizamî jibo piştî Herifîna Hikûmeta Sûriyê awa kiriye

15:09 - 12 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îslamiya Îranê bi alikariya Hizbullaha Lubnanê girupek şêwe nizamî jibo piştî herifîna Hikûmeta Sûriyê li wî welatî awa kir.

Rojnameya “Waşengton Post” li hejimara xwe a îro de li zimanê Dîplomatek Emrikî bilav kiriye, ku hikûmeta Îslamiya Îranê bi alikariya Hizbullaha Lubnanê, girupek şêwe nizamî bi armanca parêzgarî kirin li berjewendiyên xwe, piştî Beşar Esed awa kiriye.
Rojnameya han bilav kiriye ku armanca girupa han parastina Beşar Esed û şer tewî hêzên Opozîsyonê bi taybetî li nawa bajêran deye.

Ji aliyek din zaf ji karnasên siyasî li ser vê baveriyêne ku armanca dirêj heyam a vê girûpê, manewe li Sûriyê de û piştî herifîna hikûmeta wî welatî û kevtina Beşar Esed e.
Li gorî Rojnameyê, karbidestek Dewleta Obama ragehand,awa kirina gorupa han bi qazancê Komara Îslamî a Îranê ye û girupeke ku dewleta Îranê dikare hitbarê pê bike.

Awa kirina girupa han di demekê deye ku rejîma Îranê berdewam înkara dest hebûna xwe li welatê Sûriyê de dike.