Îran/ Dîsan welatiyekî Kurd benda darvekirinê ye+ Wêne

19:03 - 8 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Dadgeha bajarê Ehwaz a Îranê, hukmê darvekirina welatiyekî Kurd derxist û biryar hat dayîn sibihê (berbangeke zû) bê daliqandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanekî Kurd yê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, binavê Sîdad Ercmendî kurê Letîf ku li zindana navendî a Ehwaza Îranê dimîne dê demeke nêz de bê îdam kirin.

Navborî bi sûca bazerganîkirin bi madeyên hişbetr hatiye tometbar kirin.

Parêzerekî Kurd- Mesûd Şemsnijad ji aliyê malbata Ercmendî ve ragihand ku biryar hatiye dayîn ew ciwanê Kurd sibê bê darve kirin.

Şemsnijad, ji riya tora civakî a “facbook”î, ji berpirsên hikûmeta Îranê û dezgeha dad xwestiye ku wî hukmî bidin rawestandin.

Sîdad Ercmendî Kurê Letîf xelkê bajarê Urmiyê ye

\"24626.jpg\"
Sîdad Ercmendî Kurê Letîf xelkê bajarê Urmiyê ye
Navborî xêzanî û hejarî wek sedema sereke ya rû kirina xwe bi madeyên hişber ragihandiye û gotiye hekî çareserkirina pirsgirêkên ciwanan li rojhilatê Kurdistanê, rêçareyeke jêre neyê dîtin, rewşa jiyanê ê roj pey roj xiranbtir bibe.

Welatê Îranê zortirîn amara Îdaman li cîhanê bi xwe digre; piraniya îdamiyan li wî welatî bi hineceta bazerganî kirinê bi madeyên hişber tên daliqandin.

Navendên Navneteweyî ên mafên mirovan, hikûmeta Îslamiya Îranê bi binpêkirina mafên mirovan nemaze li (xala 6’em a mafên sivil û siyasî, herwiha xala 37’em a mafên zarokan ) tawanbar dike.