Îran/ Bangkirina 3 welatiyên Kurd bo navendên ewlekarî

19:49 - 22 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha Ewlekarî a hikûmeta Îslamiya Îranê li Sineya rojhilatê Kurdistanê, 3 çalakvanê kakrkerî û bawermend (eqîdetî) bangî wê navendê kir in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 3 çalakvanên karkerî û bi bawer ên Mekteba Quran, li bajarên Sine, Qurwe û Merîwan li rojhilatê kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatin gazî kirin.

Roja çerşemiya borî 18/2/2015’an, Elîriza Xanzadpûr- Çalakvanê Kurd ê karkerî li Sine bo navendeke Ewlekarî hatibû vexwendin û pirs jê hatibûn kirin.

Navborî bi tometa çalakiyên kedkarî û endambûn li Komîteya bi rêxistina çalakiyan a karkerî hatibû bankirin.

Komîteya Rêxistin Karkerî, bo alîkariya rêxistinên kedkarî û berevanî kirn ji mafên karkerên zulim û estem ji wan hatî kirin, hatiye avakirin.

\"24921.jpg\"
Bangkirina Hesen Zehmetkêş û Cemal Husênpenahî- Du endamên Mekteba Quran bo navenda ewlekarî (Îtilaat)
Ji aliyekî din ve du çalakvanên bi bawer ên Mekteba Quran li bajarên Merîwan û Qurwe, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatin bang kirin.

Ew du çalakvanên bawermend ên olî ku duh ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibûn vexwendin, derbareya rêxistina Mekteba Quran û çalakiyên wan pirs jê hatibûn kirin.

Mekteba Quran rêxistineke olî ye ku endamên vê ji rêbaza Ehmed Muftîzade yê wexir kirî peyrewî dikin û bi gotina peyrewên wê Mektebê; tenê armanca wan şopandina Quran û Sunetê ye; anku ew xwe têkel bi siyastê nakin.