Îran û DAÎŞ bi kêfa xwe darvedikin û serjêdikin...

19:18 - 25 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Du welatiyên Kurd li du cihên cuda li nav bajarê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, bi destûra dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê, hatin daliqandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Îro çarşemî 25’ê şibat (february) a 2015’an, li meydana Azadî a Kirmaşan –Taxa Cefer ava, hukmê darvekirina du kesan hat cî bi cî kirin.

Dadistanê giştî ê Kirmaşanê nûçegihanên hundirîn ên Îranê re ragihan bû ku du kesên Kurd ên bajarê navborî, bi tometa fihûşî û giteyên fîlman li kiryarên xwe, îro hatin bi darve kirin.

Heya niha nasnameya wan du kesên hatinî daliqandin bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa re nehatiye zelal kirin.

Ew du welatî bi tometa fihûş û girteyên fîlman ji kiryarên xwe, bi darvekirinê hatibûn mehkûm kirin ku bi dûre Dîwana Bilind a welatê Îranê jî hukmê îdamkirinê erê kiribû.

Melekî- Dadistanê giştî ê Kirmaşanê ew du kes bi mirovên lat û yên ser kolan û şeqaman bi nav kiribûn û li vê bareyê de gotiye:“Em tu car rehmê bi wan kesan nakin; em dê bi awayekî tundtir ji rewşa heyî ligel wan ne mirovan reftar bikin.”
Hikûmeta bi nav Îslamiya Îranê ku ligel DAÎŞ tu ciyawaziyek nîne, armanca xwe li darvekirina xelkê li berçavê alemê bo ders û îbret girtinê encam dide. Lê berevajî vê, çalakvanên civakî ser vê baweriyê ne ew karên hikûmeta Îranê tundî û kiryarên nemirovane bo raya giştî adî û normal didin nîşan dan û tu kes dersa exlaq lê fêr nabe.