Îran û Çîn du pêşengên daliqandinê di cîhanê de

15:27 - 2 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistineke mafên mirovan li Îtalyayê raportek belav kiriye û tê de Îran û Çîn, wek du welatên ku piraniya hejmara Îdamkirinan li sala 2014`an pêkanîbin, daye xuyandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, di raporta wê rêxistinê de hatiye ku tenê li Îranê di sala 2014`an de, zêdeyî 800 kesan hatine daliqandin.Li welatê Çîn jî hezar û 200 kes, di heman salê de hatine darvekirin.

Heman rêxistinê destnîşankiriye ku Îran û Çîn rekora daliqandinan li cîhanê şikandine.

Di beşeke din di rapora wê rêxistina Îtalyayî de amaje bi vê yekê jî hatiye kirin: Di sala 2014`an de, 3 hezar û 500 kes li 22 welatên cîhanê hatine îdamkirin ku welatê Pakistanê bi 174 haletên daliqandinan, di pileya 3`em, de(piştî Çîn û Îranê) bi cih bûye.

Hêjayê gotinê ye di heman raportê de, Japon bi 4 haletên daliqandinan, kêmtirîn hejmara Îdaman di sala 2014`an de, bi xwe girtiye.

Gorî amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li berhevkirina giştî ya haletên darvekirinan li welatê Îranê, (di sala 2015`an de), 39 kesên hatinî îdamkirin, Kurd bûne.

Pêwîste bê gotin, di wan dawiyane de jî 4 zindaniyên siyasî ên Kurd bi navên Sabêr Muxelêd, Elî û Hebîb Efşarî û Mensûr Arvend, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin daliqandin.

Pêştir jî Rêxistina Lêborîna Navdewletî behsa vê yekê kiribû ku mimkin e hejmara kesên li welatê Îranê tên darvekirin (heya dawiya sala 2015`an) bigehe bi hezar kesan jî.