Îran nahêle Ava Çemê “Elwen”ê biçe Êraqê

16:52 - 4 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: li gor gotina Beripirsek Bilin Ê Wezareta Çavkaniyên Avî Ên Hukûmeta Êraqê, Îran pêşiya Ava Elwenê girt.

Pêka Nûçeyê Malpera Hawwilatî, roja Eyinî, 13’ê Gelawêjê “Elî Haşimî” Birêverberê Giştî Ê Çavkaniyên Avî da zanîn: Hukûmeta Îranê Pêşiya Ava Elwenê girtiye û Berhem’anîn û Kiştûkala Dehan Gundên Xaneqînê Ketine hemberî Metirsiyê û Seva Wê yekê me Wezareta Derveya Êraqê haydar kiriye.

Ev yek bûye sedema li hev hatina Pirsgirêkan ji Welatiyan re û Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê jî heya niha Ti Daxuyaniyek Sebaret Wê çendê nedane.

Rûbarê Elwenê ji du Çiyayên Dalaho û Qelace li Herêma Zehaw a Kirmaşanê Çavkanî digire.

Rûbarê Elwenê li Navenda Bajarê Serpêl Zehawê li Parêzgeha Kirmaşanê derbaz dibe û li rojavaya Qesrê Şîrîn ve Tewlî Çemê “Îmam Hesen” dibe û dirije Rûbarê “Tengaw” de û Têdikevine Hindirî Qeza Xaneqînê li Diyaleya Êraqê.

Pêş girtin ji Çoyîna Ava Elwenê bûye Deretanek ku Ev Demê 4 salan in ku Îran li Werza Havînê Wê karê dike.

Ewa di demekê de ye ku Berpirsên Komara Islamî gelek caran Soza Wê çendê dane ku Pêşiya Ava Elwenê nagirin lê Ev karê Xwe hê didomînin.