Îran li dijî diyarî kirina pêverên Cihanî ên Mafê Jinan û Zarokan radiveste

13:19 - 7 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Komara Îslamiya Îranê li gel Watîkan û çend welatên din û çend girûpên mesebî l endekan jibo diyarî kirna pêwerên cihanî yên mafê Jinan û Zarokan li konfiransa rêkxistina N.yekgirtî de çêdike.

Daxuyaniya dawiya 57’mîn rûniştina “Bandora Jin”ê ku li binkeya sereke a rêkxistina neteweyên yekgirtî birêveçû, li gel dijberiya welatên Îran, Rûsiye û Watîkanê berbirû bû.

Nûçegihaniya Firansayê bilav kir,wilatên han li gel girûpên mesebî dijberiya xwe li gel nivîsa “Meseb û edet nabe bibe hincetek jibo tepeserkirina welatiyan bi destê hikûmet”ê ragehandin.

Di vê konfiransê de ku roja Duşembiya vê heftiyê li bajarê Niyoyorkê birêveçû, pitir ji 6 hezar girûp û rêkxistinên nahikûmî pişikdar bûn.

Armanca sereke a vê konfiransê,hevildan jibo diyarî kirina hejimarek yasa û pêverên navdewletî bi armanca berengarbûn li gel zext û tepeseriya a dijî jinan û zarokan bûn.

Dijberiya dewleta Îranê tevî vê daxuyaniyê di demekê deye ku Ehmed Şehîd di raporta xwe a nû de basê helavardinê ji aliyê dewleta Îranê ve dijî jinan kiriye.