Îran Li Binkeya Firdu De Mijûlê Dewlemendkirina Uraniyomê Ye

12:16 - 11 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Cîl Tudur, Drdevkê Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomê ragihand ku ev navenda nûçeya dewlemendkirina uraniyomê di binkeyên binerdî yên Firdu de piştrast dike.

Her di vê pêwendiyê de her sê welatên Amerîka, Alman û Berîtaniya serbarê diyarkirina nîgeraniya xwe ragihandine: \"ev hewla Îranê nîşaneya binpêkirina rêkevtinnameya navnetewî ye\" û Vîktoriya Nolend. Berdevka Wezareta Drve ya Amerîka daxwaz ji Îranê kiriye ku pabend be bi rêkevtinên navnetewî.\"

Welatên Rojava bawer dikin ku Îran li hewla bidestxistina çeka etomî ye, hewlek ku berdewam ji aliyê Îranê tê redkirin.