Îran Ji Rêya Iraqê Ve Şewatê Ji Bo Tankên Hikûmeta Sûriyê Dişîne

12:41 - 20 Çirriya paşîn 2011
Kurpa: Çalakên siyasî li welatê Sûryê raginadin ku Hikûmeta Îranê bi hevkariya hikûmeta Bexda şewatê (benzîn û gazuîl) ji bo tankên arteşa Sûriyê dişîne.

Malpera El-Erebiye li ser zimanê çalakê siyasî û karnasê aborî, Mihemd Kerkutî belav kir: “Bi sedema veguhasrtina berdewame tankên Sûriyê ji aliyê Arteşa vî welatî ve. Niha arteş ligel kêmbûna şewatê berbirû ye.”

Pêka gotina neyarên hikûmeta Esed, Sûriye zêdeyî 5 hezar tank heye ku berdewam bo tepeserkirina xelkê hatin û çûn bi wan tê kirin.

Di xwenîşandana roja îna derbazbûyî ku li jêr navê “Îna derkirina balyozxaneyan” rêveçû, 16 kes ji aliyê arteşa Sûriyê hatin kuştin.