Îran girtiyên siyasî bo odeyên yeke kesî ên zîndanê dişîne

19:34 - 10 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Karbidestên zindana Evîn a Tehrana Paytextê Îranê, yek ji wan Kurd 5 girtiyên siyasî bo jora takekesî veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, 5 zindaniyên siyasî yek ji wan bi navê Simko Xelqetî niha di odeya tenê kesî ya zindana Evîn a Tehranê de dimînin.

Ew durxistin ji hevalan û bi tenê hîştina zindaniyên siyasî, bi sedema rexnegirtin ji kiryar û reftara berpirsên zindanê nisbet bi girtiyan pêkhatiye.

\"25319.jpg\"
Simko xelqetî beriya niha bi salan hat girtin û piştre 15 sal cezayê hepsê lê hat birîn
Salar Sitûde, Umîd Zarînijad, Mohemmed Şucaî û Emîr Dûrbîn Qaziyanî, nasnameya wan zindaniyên din e ku bo jora takekesî hatine birê kirin.

Simko Xelqetî beriya niha bi 5 salan li Eraka Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibû girtin û bi dûre 15 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.

Simko Xelqetî par zimistanê ji zindana Recaîşehr a Kerecê bo Zindana Evîn a Tehranê hatibû durxistin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd bi 35 sal temen û xelkê Mehabada rojhilatê Kurdistanê ye ku bi tometa têkdana ewlekariya neteweyî ji riya endambûna partiyeke opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê ve, 15 sal ceza lê hatiye birîn.