Îran / bi sêdaredana 108 kes li heyva Rêbendan de

12:25 - 23 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: li midê 30 rojan de, 108 hevwelatiyên Îranî, ji aliyê rêxirava girtîgehên Îranê de, hukmê bi sêdaredana wan, cîbicî hatiye kirine.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li despêka heyva Rêbendan heya kutayiya vê heyvê, 108 hevwelatî li Îranê de bi sêdarê danê ku, ji gelempera wan hejmaran, hukmê bi sêdare dana wan ber çavên xelkê bi rê çoye.

Gorekî van statîstêkan, 50 kes ji wan kesên bi sêdarê hatî dan, bi tometa bazirganiya narkozan(mewadd ê Moxeddir) û 24 kes ji wan jî ber tometa kuştina bi enqest, bi sêdarê dane.

Her wisa ji gelempera wan 108 kesan, 15 kes ji wan, li girtîgeha Çah Behar de bi sêdarê dan, hevwelatiyên Belûç bûn û deggeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê ew bi tawana teqandinê tomet lêdabûn.

Gorekî van statîstîkan û ji gelempera vê hejmarê, 10 kes ji wan welatiyên Kurd bûn ku, 6 ji wan endamê banda Hîwa Tab bûn, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bi sêdarê hatibûn mehkûm kirin, li heyva Rêbendan de bi sêdarê dabûn.