Îqibal Şe`ibanî, çalakvanê kedkariyê bo îdareya Îtila`atê hate gazîkirin

17:02 - 9 Şibat 2022

Îro Çarşemî 20`ê Rêbendanê, “Îqibal Şe`ibanî” çalakvanê kedkariyê û xelkê bajarê Sineyê, bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn jê hat encam dan.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê ew çalakvanê kedkariyê, ji rêya telefonê ve bo îdareya Îtila`atê gazî kirine û gefa binçavkirinê ji  navbirî xwarine. 

Herwisa wê çavkaniyê diyar kir: Hêzên ewlehiyê ew çalakvanê kedkariyê bi sedema çalakiyên wî gazî kirin.

Li Banemera sala 1398`an, ew çalakvanê kedkariyê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, û bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” 1 sal cezaya girtîgeha ragirtî bo heyama 3 salan jêre hatibû birîn.

Roja Sêşemî 30`ê Rêbendana sala 1397`an, “Îqibal Şe`ibanî” li yek ji şeqamên bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna 28 rojan li ser binçavkirina wî de,  bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî bi awayek demkî hatibû azadkirin.