Îman Ebdî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:55 - 6 Adar 2021

Îro Şemî 16`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îman Ebdî” yê xelkê bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Sêşemî 28`ê Rêbendanê piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha wê bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye roja Şemî 20`ê Befranbarê hewdem digel destpêka pêla binçavkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha El-Mehdî a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.