Îlam/Teqîna bombeyekî 5 zarok kirin qurabnî + Nav

15:20 - 2 Adar 2015
Ajansa kurdpa: Bi sedema teqîna gulleyê bombeyeke nehatî bikaranîn li devera sînorî a Mêhran li Îlama rojhialtê Kurdistanê, 5 zarokên xwendevan bi tundî hatin birîndar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvara roja borî 5 xwendevanên Kurd li devera “Keleha Kincan Çem ” a ser bi Mêhrana rojhilatê Kurdistanê bi sedema teqîna guleyeke qumbere (bombe) yê bi tundî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyeke Îlamê bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Peyamnêrê Kurdpa li Îlamê nasnameya wan zarokan, Emîr mohemmed (8), Emîr husên pêkanî (11) kurê Yedullah, Mohemmed û Mehdî Babaxanî (7 û 8) kurê Elîmerdan û Hadî Melikiyan (10) salî kurê Kerem ragihand.

Keleha Kincan Çem di 15 km başûrê Mêhranê bi cih bûye ku li cadeya Îlam – Mêhran di sînorê Kerbelaya Îraqê de ye.
\"25072.jpg\"
Tê gotin rewşa tendurustiya du ji wan xwenedana pir giran hatiye ragihandin
Karnasekî derxistina elxam û mayînan li Îlamê peyamnêrê Kurpa re ragihand: Bi sedema şewitîna sedî 80 ji leşê wan du zarokan, mimkin e! guleyê bombeya hatî teqîn, ji cûneya qumbereya pirr bi tahlûke û dûkel belavker bibe.

Ew 5 zarokên Kurd di nêz keleha“Kincan Çem” a Mêhran rastî wê bûyerê hatine ku bo tedawî kirina bijîşkî her 5 kes bo nexweşxaneke Îlamê hatine veguhestin.
Pêştir teqîneke wek vê bûyerê li Neşkaşa Merîwanê birîndar kirina 7 zarokan bi pey xwe hîşîtîbû

Pêştir jî di bûyereke wek vê de li gundê Neşkaş ê ser bi Mrerîwana rojhilatê Kurdistanê, teqîna mayîneke çandî li qereqol(payîgah)eke kevin a Sipaha pasdaran, kêmendam kirina 7 zarokên 8 heya 10 salî bi pey xwe hîştibû.

Bi piştgiriya Navenda Bîlançoya ajansa Kurdpa, ji sala 2013’an (beriya niha bi 24 mehan ) ji wan 17 zarok, 101 welatiyên Kurd li parêzgehên Sine, Kirmaşan, Urmiye û Îlamê bûne qurbaniyên mayîn û alavên teqîner ên şerên berê yên Îran û Îraqê.

Her wê Navenda Bîlançoya ajansa Kurdpa ew yek jî piştrast kir: Di meheke borî de 5 hemwelatiyên Kurd bi sedema teqîna mayînên bi cihmayî ên şerên Îranê û Îraqê li tiqxûban jiyana xwe winda kirin e.