Îhtîmala deportkirina penaberekî din li Ewropa bo Îranê

18:37 - 21 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî siyasî ê Kurd, piştî 7 sal rûniştin Li Danîmarkayê, mimkin e ber bi welatê Îranê ve bê birê kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Bextiyar Mehmûdî penaberê siyasî yê kurd, xelkê Ciwanro a ser bi Kirmaşana rojhilatê Kurstanê ku 7 sal bûn li Danimarkayê dima, daxwaza penaberiya wî ji aliyê îdareya Koçberan a wî welatî ve nehat pejirandin.

Bextiyar Mehmûdî ji aliyê îdareya Koçberiya Danîmarkayê ve hat binçav kirin û bo kampa penaberan hat veguhestin ku polîsê wî welatî ragihand dê wî ber bi Îranê ve bişîn in.

\"24888.jpg\"
Bextiyar Mehmûdî penaberê siyasî ê Kurd li Danîmarkayê
Tê gotin ew welatiyê Kurd bi sedema çalakiyên siyasî ber bi Ewropayê ve çûbû.

Mehmûdî 18 rojin hatiye binçav kirin û polîsên Danîmarkayê gef lê xwerin ku bi neçarî dê wî deport bikin.

Beriya niha jî Hemîd Ebdulî pûr, 40 salî û xelkê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema çalakiyên siyasî li Îranê ber bi welatê Norwêjê penaber bibû, lê niha gel xetereya deport kirinê re rû bi rû maye.

Ew çalakvanê siyasî ê Kurd, 6 sal bûn ku daxwaza penaberiya xwe li îdareya Koçberiya Norwêjê kiribû, lê ev yek nehatiye qebûl kirin.