Îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran, givaşan dixîne li ser malbatên endamên partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê

16:40 - 11 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Îtila`ata Spaha Pasdaran, malbatên endamên partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, li bajarê Mehabadê, dixîne bin givaşan, da ku nasname û zanyariyên hûr derheq zarokên xwe radestî hêzên îtila`atê bikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên îtila`atê yên girêdayî îtila`ata Spaha Pasdaran, serdana malbatên endamên partiyên opozisyona hikûmeta Îranê li gundê Qom Qelaya girêdayî Şarwêrana ser bi bajarê Mehabadê kirine, û ev xistine bi givaşan da ku nasname û zanyariyên hûr derheq zarokên xwe radestî wan bikin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê herwisa ji malbastên ku zarokên van di nav refên partiyên Kurd yên opozisyon ên hikûmeta Îranê de, canê xwe jidest dane jî, givaş xistine da ku nasname û zanyariyên hûr derheq van zarokan de radestî hêzên îtila`atê bikin.

Her di vê derheqê de jî, di heyama çend rojên derbazbûyî de, Stada Xeberî ya wezareta îtila`atê bi şandina peyaman, bo malbatên endamên partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, li bajarê Kamyaranê gef ji van xwarine.