Îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê welatiyekî Kurd bo vê Îdareyê gazîkirin

14:23 - 7 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 15`ê Xezelwerê (6`ê Çiriya Paşîn) welatiyê Kurd yê bi navê “Ebdulla Mukerem) temen 67 salî û xelkê bajaroka Terzilû a Urmiyê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî, hate gazîkirin.

Hêzên îtila`atê di heyamên borî de, çendîn caran çûbûne mala wî welatiyê Kurd, û ev di bin givaşan de xistibûn.

Îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê, ev hevwelatiyê Kurd, bi bi sebeba “ endambûna zarokên wî li yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmta Îranê”, bo wê îdareyê gazî û lêkolîn jê kiribû.

Hêzên îtila`atê “Ebdulla Mukerem” xisitine bi givaşan de, da ku zarokên xwe, ji endambûna di partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê de, derbixîne û wan bo Îranê bibe.

Berê jî ew welatiyê Kurd çendîn caran bo îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû gazîkirin û heriwsa bi awayê berdewam ev di bin çavdêriya hêzên îtila`atê de bûye.