Îdamkirina Şayan Seîdpûr li ser biryar û pêdagiriya dadwerê giştî yê bajarê Seqizê bûye

17:52 - 21 Nîsan 2020

Tevî lêxweşbûna malbata kuştî, dadwerê bajarê Seqizê biryara sêdareya “Şayan Seîdpûr” daye.

Yek ji xizmên malbata “Seîdpûr” bi “Ajansa Kurdpa”yê re ragihandiye: “Malbata Silêman Azadî (kuştî), rizayeta xwe nîşan dane ku bi dana diyê, ji cîbicîkirina cezaya Şayan lêxweş dibin.”

Herwisa wî çavkaniyê eşkere kir, malbata “Azadî” razî bûn ku bi dana 1 mîlyard û 400 mîlyon tumen diyeyê li xwîna kurê wan xweş bin û ew welatiyê Kurd li îdamê rizgar bikin, lê dadwerê giştî yê bajarê Seqizê pêdagirî li ser cîbicîkirina cezaya îdamkirina “Şayan” kiriye.

Pêka gotina wê çavkaniyê, malbata xwedî kuştî di bin gefa dadwerê giştî yê bajarê Seqizê de biryara îdamkirina “Şayan Seîdpûr” dane.

Sibêdeha Îro Sêşemî 2`ê Rêbendan (21`ê Nîsanê), Şayan Seîdpûr, hepsiyê mehkûm bi îdamê di girtîgeha bajarê Seqizê de hate sêdaredanê.

Roja 8`ê Xakelêwe, “Şayan Seîdpûr” di encama şoreş di girtîgeha bajarê Seqizê de karî ku di girtîgehê de bireve; Ew hepsiye mehkûm bi îdamê, piştre ji aliyê hêzên Îtia`atê ve hate binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin.