Îdamkirina 29 welatiyên Kurd di 9 mehên sala 1399an a Rojî de

18:18 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di heyama 9 mehên sala 1399an a Rojî de, bi giştî 29 welatiyên Kurd, hatine îdamkirin.

Herwisa amara îdamê li bajarên Kurdistanê ji wê raporê zêdetire, lê bi sedema nebûna belgeyên hewce ji derheq îdamkirina wan, nasnameya wan ya wekî Kurd an bilî Kurdbûnê nexuya ye.

Rêjeya welatiyên ku hatinî îdamkirinê: 29 kes

Di wê heyamê de ji gelempera 179 îdaman di Îranê de, 29 kes ji wan welatiyan Kurd bûne ku hemû bi tohmeta “qetlê” li girtîgehên hikûmeta Îranê, hatine îdamkirinê.

25 kes bi tohmeta “qetlê”

1 kes bi tohmeta madeyên hişber

3 girtiyên siyasî (Hidayet Ebdulahpûr, Sabir Şêxebdulah û Diyako Resûlzade)

Mistefa Selîmî bi tohmeta “qetl û siyasî”

Îdamkirina wan girtiyan (9 kes li girtîgeha bajarê Sineyê, 7 kes li girtîgeha bajarê Urmiyê, 2 kes li girtîgeha bajarê Meraxeyê, 3 kes li girtîgeha bajarê Seqizê, 2 kes li girtîgeha bajarê Kirmaşanê, 1 kes li girtîgeha bajarê Miyanduavê, 1 kes li girtîgeha Recayî Şehrê, 1 kes li girtîgeha bajarê Mihabadê, 2 kes li girtîgeha bajarê Nexedeyê û girtiyekî siyasî li yek ji binkeyên leşkerî yên bajarê Şinoyê ve hatiye îdamkirinê) bû ye.

2 kes ji wan girtiyên ku hatinî îdamkirinê yên bi navên “Erselan Yasînî û Şayan Seyîdpûr” li dema tawana wan de, temenên wan xwarê 17 salî bû ye.

Hidayet Ebdulahpûr girtiyê siyasî yê Kurd, ku piştî nêzî du mehan li bêserkirina wî ya bi zorî, li yek ji binkeyên leşkerî yên bajarê Şinoyê, bi awayekî gullebarankirinê, hate îdamkirinê.

Îdamkirina Sabir Şêxebdulah û Diyako Resûlzade, bi awayekî girûpî û bi bê agehdarkirina malbatên wan, cezaya wan hatibû cîbicîkirinê.

Herwisa di wê heyamê de, Şakir (Ferhad) Bêhrûzî, girtiyê siyasî yê Kurd bi îdamê hatiye cezadan.

navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê

Amadekirin: Evîn Mistefazade