Îbrahîm Yunisî koça dawiyê kir

13:13 - 9 Şibat 2012
Kurdpa: Îbrahîm Yunisî nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd piştî berêkaniya bi nesaxiya “Alzaymêr” re, li temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.
Sîrwan Yunisî keça Îbrahîm Yunisî tevî piştrastkirina vê nûçeyê got: “Piştînîvroya çarşemiyê 19’ê Rêbendanê bavê min koça dawiyê kir”.
Navbirî bi nûçegihaniya “Mêhr” ragehand ku termê Îbrahîm Yunisî wê ji Tehranê bibin bajarê Bane, û li wir wê bi axê bê spartin.
Îbrahîm Yunisî sala 1305’an li bajarê Bane ji dayîk bûy û wek yek ji wergêr û nivîskarên herî navdar ên Îranî tê hesibandin.
Wî zêdetir ji 10 pirtûkan nivîsandiye û 60 berhemên wî ên wergêrankirî jî hene. Ew piştî hioşîna rejîma paşatiyê li Îranê yekem parêzgarê parêzgeha Kurdistanê bûye.