“Îbrahîm Tarîmuradî” bona cîbicîkirina cezayên xwe hate binçavkirin

17:53 - 22 Gulan 2022

Îro Yekşemî 1`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî” kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Hemrole”ya girêdayî bajarê Sineyê, piştî gazîkirina navbirî bo taya 4 a Birêveberiya Cezaya Keyferî ya wî bajarî, bo birêvebirina cezayê xwe hate binçavkirin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Ew welatiye roja Duşemî 26`ê Banemerê, bi nameyeke gazîkirinê  ji aliyê taya 4 a Birêveberiya Cezayê Keyferî a bajarê Sineyê, bona cîbicîkirina cezayê girtîgehê, gihîştiye destê navbirî.

Meha Rêbendana sala derbasbûyî, dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “propagende li dijî nizam û peywendîgirtin û hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî ên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê ve, bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi yek sal girtîgeha te`izîrî û 30 milyon Tumen cezayê nextî hatibû cezadan û ew cezaya roja Çarşemî 20`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, bi awayekî fermî ji navbirî re hatibû ragihandin

Roja Yekşemî 4`ê Xezelwera sala 1400`an a rojî, ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê “hevdîtina digel malbata xwe” û “destpêregihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, navbirî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Êvarya roja Şemî 2`ê Gelawêja sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine li ser mala “Îbrahîm Tarîmuradî” û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kiribûn.

Hêzên ewlehiyê dema vekolîna mala wî welatiyê Kurd, dest bi ser hin ji keresteyên kesî yen navbirî de girtibûn û digel xwe biribûn.