“Îbrahîm Tarîmuradî” bona birêvebirina cezayê xwe hate gazîkirin

19:14 - 21 Gulan 2022

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî” kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Hemrole” yê girêdayê bajarê Sineyê bo birêvebirina cezayê xwe hate gazîkirin.

Ew welatiye li gor banghêjnameya ku roja Duşemî 26`ê Banemerê ji aliyê taya 4 a Birêveberiya Cezayê Keyferî ya bajarê Sineyê vergirtiye, divê 10 roj piştî vergirtina banghêjnameyê xwe bi Birêveberiya Cezayê Keyferî ya bajarê Sineyê bide nasîn.

“Îbrahîm Tarîmuradî” bi tohmeta “propagende li dijî nizam û peywendî û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê ve, bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi yek sal girtîgeha te`izîrî û 30 milyon Tumen cezayê nextî hatiye cezadan û ew cezaye roja Çarşemî 20`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, bi awayekî fermî bi navbirî re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 4`ê Xezelwera sala 1400`an a rojî, ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji mafê “hevdîtin digel malbata xwe” û “destpêregihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, navbirî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Êvareya roja Şemî 2`ê Gelawêja sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala “Îbrahîm Tarîmuradî” û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kirin.

Hêzên ewlehî dema vekolîna mala wî welatiyê Kurd, dest bi ser hin ji keresteyên kesî yen navbirî de girtin û digel xwe birin.