Îbrahîm Şerîfîfer, yek ji birîndabûyên serhildana seranserî, li bajarê Bokanê canê xwe ji dest da

11:18 - 30 Çirriya paşîn 2022

Roja Sêşemî 8`ê Sermawezê, “Îbrahîm Şerîfîfer” ku di meşa xwenîşandanên seranserî de li bajarê Bokanê bi teqeya hêzên serkutker hatibû birîndarkirin, di nexweşxaneya bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê temen 29 salî, roja Çarşemî 25`ê Xezelwerê li meşa xwenîşandanên seranserî di encama berketina singê wî bi gulleya hêzên serkutker, bi dijwarî birîndar bibû.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku: “Îbrahîm Şerîfîfer bi sedema kûrahiya birînên wî, bo nexweşxaneya “Seyidulşoheda” ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî 29`ê Xezelwerê, yek ji birîndarbûyên xwenîşandanên bajarê Bokanê yê bi navê “Silêman Şukrî” û kurê “Osman” bi sedema kûrahiya birînan li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de, canê xwe ji dest dabû.