“Huşyar Şe`ibanî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:17 - 15 Çirriya paşîn 2021

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Huşyar Şe`ibanî” xelkê bajarê Baneyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirina xwe bi awayekî demkî hate azadkirin.

Di vê heyamê de, ew welatiye bi sedema xwînrêjiya “me`ide” li girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî bo nexweşxaneya Selahedîneyûbî hatibû veguhastin.

Bi sedema lêdan û îşkencekirina hêzên ewlehî, “Huşyar Şe`ibanî” rastî xwînrêjiya “meide” hatibû.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, tenê carekê pêwendiya telefonî digel malbata xwe hebûye û ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 4`ê Xermananê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmet ku bi ser navbirî de hatibû sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.